Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji ber hewa xirab Discovery rojekê bi derengî dikeve


Navenda Karûbarên Esmanî ji ber hewaya xirab naçar ma ku vegera Discoveryê bi rojekê bi paş ve da. Discovery dê îro (Duşem) daketa wîlayeta Florida eger rewşa seqayê destûr bidaba.

NASAyê du caran xwest ku gemîya esmanî bivegêrîne erdê lê desteyên kontrolê nehişt ku esmanger gemîyê daxînin ji ber ku ewrên nizm li hindav Florîdayê dibûn asteng ji keştîyê re ku xwe bigihîjîne meydana nişyanê.


NASA dibêje dê roja Sêşemê gelek derfet hebin ji bo nişyana keştîya esmanî an li Navenda Esmanî ya Kennedy li Florîdayê, an li Bingehe Hêza Hewayî li Californiayê an jî li Navenda Mûşekhavêjan ya White Sands li New Mexicoyê.

Gemîya esmanî dikare heta roja Çarşemê li dora erdê bigere.


Discovery ev 13 roj in li esmana ye û kelûpelan dikşîne Bingeha Esmanî ya Navnetewî. Her wiha ji bo ewlekarîyê rîyên nû diceribîne, ji ber ku cara dawî keştîya Columbia di meha didu ya sala 2003an de li ser rêya vegerê parçe bibû.

XS
SM
MD
LG