Gemîya esmanî Discovery bi silametî vegerîya ser erdê. Ew yêkemîn gerryana bo esmanî bû ji sala 2003ê û pê ve. Hingê gemîya esmanî Columbia li demê vegerê parçe bibû.
Qumandara Discoveryê Eileen Collinsê ew gemî îro (Sêşem) bi silametî anî xwarê li bingeha Edwards ya Hêza Hewayî ya Leşkerê Amerîka li wîlayeta California.
Di civîneke rojnamegerîyê ya paş nişîna Discoveryê de, karbidestên ajansa esmanî ya Welatên Yekgirtî ew gerîyana du heftîyan wek"bêhed serkeftî"anîn zimên.
Lê wan negot ka Discoveryê dê kengî dîsa bifirre esmanî. NASAyê hemu firrînên esmanî sekinandîne heta ku endazyar bizanibin ka perçeyeke tanqa benzînê çima jê vebûye li demê rabûna wê ji erdê.
Jêvebûna perçeyeke wilo ji baskê Columbiayê li demê nişîna wê bibû sedemê parçebûna wê gemîyê berî du salan.
Nişîna îro ya Discoveryê bê pisrgirê bû û ew bi rehetî firî li ser oqyanusa Pasîfîkê.
NASAyê meydana li Californiayê bijart ji bo dadana Discoveryê, li şuna Florida ya bi seqayê xirab.