Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernivîsa biryara  IAEA di derbarê Îranê de xeman dîyar dike


Dîplomat dibêjin Ajansa Navokîya Neteweyên Yekgirtî dixwaze ku biryarekê amade bike ku tê de"xemên ciddî" li hember bernameyên navokî yên Îranê bên dîyar kirin lê hêj ne di wê qonaxê de ne ku Tehran bibin ber Civata Tenahîyê.

Dîplomat dibêjin Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî ku bingeha wê li Vîyenayê ye dê îro carek din bala xwe bidin vê biryarê. Her wiha dibêjin ku dê Ajans ji Îranê daxwaza rawestandina karê xwe yê veguhestina sutemenîyên navokî bike.

Roja Çarşemê Îran mor û qeflên Neteweyên Yekgirtî yên li ser sazgeha zaxkirina uranyumê li Îsfahanê şikandibûn.

Tehran di sala buhurî da qayîl bibû ku zaxkirina uranyumê bo demekê rawestîne li dijî şikên Welatên Yekgirtî û Ewropîyan ku bawer dikirin Îran bi rîyeke veşartî dixwaze li wir kerestê sutinê çêke bo çekên navokî.

Yekîtîya Ewropî gefe li Îranê kiriye ku wê bibine ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî bo tolê li ser deynin heke ew çêkirina kerestê sutina navokî bidomînin.

Serokê desteya Îranê li nav IAEA ê(Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî-AHANê) Sîrus Nasirî got ew dê bibe "çewtîyeke mezin" heke Rojava ber bi "rêya lêkdanê ve" bimeşe.


XS
SM
MD
LG