Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mibarekî 9 hevrik hene li dengdana serokatîya Misrê


Desteya Hilbijartiinan ya Misrê lîsteya dawîn ya berbijarên yêkemîn hilbijartina pirr alî ya serokatîyê ragihand.

Dengdana bo serokê Misrê dê li 7ê meha têt bête kirin.

Serokê niha Husnî Mibarek dê beryêkanê biket digel 9 berbijaran, ji wan Eyman Nur serokê partîya El Xed (an Sibehî). Birêz Nur linav rexnegirên herî tund yên Birêz Mibarekî ye û dê li dû hilbijartinan bi iddîaya sextekarîyê bête dad kirin.

Berbijarekî dî Noman Goma’a ye ji partîya Wafd, yêk ji partîyên herî berê û mezintir yên rikeberîyê li Misrê. Heft berbijarên mayîn rêberên partîyên sîyasî yên biçûk in.

Bizava hilêbijartinan dê li 17yî vê mehê destpêket û dê sê rojan berî dengdana 7î îlonê bidawî bêt.

XS
SM
MD
LG