Serokê Îranê Mehmud Ehmedinejad wezîrên hikûmeta xwe dîyar kirin û wezaretên girêng dane destê tundrêyan.
Serokê Îranê balyozekî berê Manoçehr Mottakî kire wezîrê derve. Wezareta karûbarên navxweyî da destê Mistefa Purmihemmedî. Ew alîkarekî berê yê tundrê yê wezîrê pêzanînên nepenî bû. Xolam Husseyn Muhsenî-Ejeyî – serokê berê yê dadgeheke olî -- bu wezîrê istixbaratê.
Çaverê tête kirin ku parlamento li vê heftîyê dengdanê biket li ser wan 21 wezîran û her wesa mohra rêberê bilind yê olî Ali Xemeneyî pêwîst e.
Serokê nû yê 49 salî, Ali Seidlu ku şehirdarê berwext yê Tehranê bû, kire wezîrê petrolê.
Mehmud Ehmedinijadî çi wezarat nedane jinan.