Breaking News

Hêzên Îsraîlî bi ser akincîgeha Cuhuyan li Xezzeyê girt

Hêzên tenahîyê yên Îsraîlê îro(Sêşem) ber destê sibehê ketin nav akincîgeha Cuhuyan li devera Xezzeyê û bi kêmî 50 xwenîşander girtin. Wan kesan xwenîşandan dikirin li dijî fermana hikumetê ya vekêşanê.

Akincîgeha Neve Dekalîm hate valakirin çend demjimêr berî demê dîyar kirîbû ji bo derxistina 8500 akincîyan ji devera Xezzeyê.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Shaul Mofaz got ew çaverê ye ku nîvî ji wan akincîyan bi aşîtî ji Xezzeyê derkevin û huşdarî kir ku eger yên mayî jê dernekevin dê bi zorê bên derxistin.


Valakirina bi sê heftîyan roja Duşemê destpêkiribû. Serbazên Îsraîlî wê rojê fermanên valakirinê dabûn xelkê 21 akincîgehên Cuhuyan li Xezzeyê.

Êvara Duşemê serokwezîrê Îsraîlê Arîyel Şaron vekêşanê wek gaveke bi êş nirxand lê belê got ew gaveke girînge ji bo tenahîya Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG