Hêzên Îsraîlî li du akincîgehên li bakura Kenara Rojavayê bendên li ser rê belav kirin. Hêzên Îsraîlî derbaz bûn nav herdû akincîgehan û xortên tundrêyên Cuhu ku li dijî valakirinê bûn ji herêmê dur xistin.
Piştî buldozerên leşkerî derîyên radayî li ber akincîgehan daxistin erdê û lastîk û livînên dişewîtî ji nav dest û pîyan deranîn, hêzên Îsraîlî ketin nav akincîgehên Sanur û Homeş.
Dema xwestin ku xwenîşanderên dest û lingên wan ji bo berxwedanê girêdayî ji akincîgehê derînin xwenîşander, şell û runê sor bi ser serê serbaz û polîsên bê çek ve rijandin. Kesên ku li du akincîgehên nêzî wê derê dijîyan bi dilê xwe ji herêmê derketibûn.
Piştî dagirkirina erdê Felestînê bi 38 salan, roja Duşemê Îsraîl her 21 akincîgehên Xezzeyê vala kiribûn. Leşkerê Îsraîlê jî heftîya bê ji bingehên xwe yên li Xezze yê dertê.