Karbidestên Îraqî dibêjin ew 650 heccacên Şîa di tevlîhevîyekê de mirine dema ku di pirekê de derbas dibûn li Bexdayê da ku biçin mizgefteke pîroz.
Karbidest dibêjin gotin di nav wan kesan de gerîya ye ku êrîşbirekî xwekuj jî di nav wan sedan hezar heccacan da bûye û ji ber wê ew girseya gel ji ber tirsê li hev ketîye.
Wezîrê kar û barên hundurîn dibêje piranîya kuştîyan jin û zarok û pîr bûne ku di bin dest û pîyan de mane an jî di ava çemê Dîcle de werbûne. Tê ragihandin ku 300 kes jî birîndar bûne.
Berî wê xirabkaran topan avêtine nêzî mizgefta pîroz ya Kazimîye û bi kêmî ve heft kes kuştine.
Serokwezîr Îbrahîm El Caferî daxuyanî da ku ji bo kesên kuştî ew şîneke bi sê rojan li dar dixin.
Di nav van heftîyên buhurî de jêgnegirtin zêde bibûn di navbera civatên olî û nijadîyên serekî li Îraqê li ser bernivîsa destûrnameya wî welatî..