Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush : Piştî  karesata Katrina alîkarîyek mezin tê kirin

Serok Bush dibêje aîkarîya gelê Amerîka bo qurbanîyên karesata Katrina mezintirîn alîkarî bûye di dîroka Amerîka da.

Birêz Bush di televîzyona ABC de îro(Pêncşem) got ew hêvîdare ku gel bizane ku desteyên hewarçûnê bizavê dikin hemû kel û pelên girîng bigehînine xelkê pêdivî.

Dibêje girîngîya serekî, dîtin û xelas kirina bi hezaran kesan e, ku li New Orleans, Luisiana û li wan cîyên din yên karesat bi şid lê daye.

Di vê navê de karkerên ji desteyên hewarçûnê li New Orleansê bi hezaran mal vala kirin bi ser stadyumeke de û gelê wê derbasî bajêrê Hustonê kirin ku 500 kîlometre nêzî herêmê ye.

Peyivdarê Ajansa Federalî ya Rêxistina Destûdarên Tengavîyan Don Jacks di televîzyona CNNê de got helîkopter brîndarên ku ji karesatê rizgar bûne ji stadyume vediguhêzine nexweşxaneyeke li Baton Rouge.

Polîs li New Orleansê belav bûne ku talankeran rawestînin yên ku kel û pelên xwarinê avê û kel û pelên din didizin ji dikan û bazarên ku xwedanên wan bicih hêlayne piştî karesata Katrina serê vê heftîyê.

Serok Bush got pêdivîye bi tu awayî rê nedine wê dizîyê û wan kesên ku ji ser pişta karesatê û destudarên peydabûyî derfet werdigrin.



XS
SM
MD
LG