Serokê Ukraynayê Viktor Yushchenko hikumeta xwe helweşand û karbidestekî mezinî herêma rojhelata welatî weke serokwezîrê kargêr destnîşan kir.
Birêz Yushchenko îro (Pêncşem) daxuyanî da di civîneke çapemenîyê de li ser îddîayên zêdebûna şermezarî û nerêkîyan de. Birêz Yushchenko got ku wî ji şehirdarê herêmî Yuri Yekhanurov xwestîye ku hikumetekê pêk bîne.
Di vê navê de Serokê Konseya Tenahî û Parastina Netewî Petro Poroshenko, Cîgirê Serok Wezîrê Karûbarên Mirovane Mykola Tomenko û Serokê Pişka Parastina Dewletê Oleksandr Turchinov îro dev ji kar berdan.
Birêz Yushchenko pesnê serok wezîr Yulija Tymoshenko da ku ew jî dev ji kar berdide û got ew hêvî dike ku Tymoshenko û hin karbidestên din ku dev ji kar berdidin dîsa jî perçeyekî ji koma wî bin. Herwiha behsa pêdivîya bi yekbûyînê jî kir.