Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên cîhanê li kom bûna Neteweyên Yekgirtî di peyivin


Serokê Çînê Hu Jintao dibêje Neteweyên Yekgirtî lazime di şerrê dijî terorîzmê de roleke vekirîtir bileyze. Birêz Hu vê axaftinê kir di duem roj û kom bûna bilinda rêberên cîhanî li Neteweyên Yekgirtî li bajêrê New Yorkê.

Serokê Rusî Vladimir Putin jî îro(Pêncşem) di destpêkê de got divê Neteweyên Yekgirtî hevkarîya şerê dijî terorîzmê û tundîtîyan bike.

Axaftineke din jî ya Serokê Îraqê Celal Telebanî bû. Birêz Telebanî jî got demokrasî û azadî du tiştên pêwîst in di pêşxistina aborîyê de. Herwisa di axaftina xwe de got Îraq hêvî dike ku dê cıvata navneteweyî dê deynên welatê wî safî bike.

Tevî serok wezîrê Îsraîlê Arîel Şaron û serokê Venezuellayê Hugo Chavez rêberên din jî yên welatên cîhanê dê îro bi dorê bi axivin.

Roja Çarşemê Serokê Giştî yê NYê Kofî Annan û serok Bush daxwaza guhertinên di nav Neteweyên Yekgirtîy de kiribûn.

Hevkarê me Birusk Tugan jî li bajêrê New Yorkê li wê kombûnê amade bû û ji bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka raportek li ser vê kombûnê amade kiriye. Eger bixwazî li raportê guhdarî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Guh bide raportê" bitiqîne.


XS
SM
MD
LG