Leşkirê Emirîkî li Iraqê ragehand ku hêzêt fireh-netewe rêberêt bilindêt El-Qayde li bajêrê Musil li bakora Iraqê girtîne.
Leşkirî evro yekşembî ragehand ku Teha Ibrahîm Yasîn Beşîr, emîrê El-Qayde li Musil, û Hamid Se’îd Ismaîl Mustefa, emîrê El-Qayde li rojavaya Musilê, roja 5 heyva 9 li hêrişekê da hatine girtin.
Leşikrê herwesa ragehand ku Besîr berpirsyare biramberî bi çendîn hêrişan dijî hêzêt parastina Iraqî û hevalbenda.
Hevdem, karbidestêt xwecihî dibêjin hêrişberekê xwekuj otombîlê xwe bi karwanekê leşkirê Iraqî peqand û yek kes kuşt û bi kêmî 6 kesêt dî birîndar kirn.