Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê û wezîrê berevanîya Brîtanya îro danustendinan dikin


Serokwezîrê Îraqê Îbrahîm Caferî îro(Çarşem) bi wezîrê berevanîyê yê Brîtanyayê John Reid re li Londonê kom dibe bo danustendinan li ser mesela şerê li bajêrê Besra li Îraqê di navbera polîsên îraqî û hêzên Brîtanî de.

Daxuyanîyek hate ragihandin ji nivîsgeha birêz Caferî dibêje wezareta karên navxwe dê li ser bûyera roja Duşemê lêkolîn bike û herwisa dibêje ku ji nêz ve haya hikumetên Îraq û Brîtanyayê ji hev heye.

Hin karbidestên Îraqê rexne digrin li wê êrîşa leşkerê Brîtanyayê bi ser girtîgeha Besrayê ku London dibêje wan ew êrîş kiribû ku du serbazên Brîtanî yên nepenî rizgar bikin. Dema êrîş birin hêzên Brîtanî pê hissîyane ku herdu serbaz ketine destê komleke milîtan ya xocihî.

Serbazên nepenî ji ber îddîayên ku digotin wan gulle berdane polîsên Îraqê hatibûn girtin belê piştra di malekê de hatin rizgar kirin.


Li Besrayê îro tevî polîsan bi kêmî ve 300 Îraqî xwenîşandan kirin, hinek ji wan xwenîşanderan daxwaza wan herdu serbazên Brîtanî yên rizgar kirî dikirin ji bo ku li Îraqê bêne dadgeh kirin.

XS
SM
MD
LG