Hikumeta Erebistana Suudî pêngavên gelek piçûk avêtine ji bo rêdana zêdetir ya pişikdarîya jina di jîyana giştî da. Li vê mehê xanimeke kardar Madhawi Al-Hassoun yekem jin bû navê xwe dayî ji bo pişikdarîyê di hilbijartinekê de. Ew berîkanîyê dike bo wergirtina endametîya jora bazirganîya Cedda, duem bajêrê Erebistana Suudî .
Xanim Al Hassoun kefte berê kanîyê piştî wezîrê bazirganîya Suudî Haşim Bin Abdullah El Yemanî biryareke jora bazirganî û sazkarîya Cedde pûç kirî sebaret redkirina destnîşankirina 10 kardarên jin. Eve biryarek bû di şopa rast re. Belê pitir pêngavên wisa pêdivî ne heta rewşa jinên Erebîstana Ssuudî pêş bikeve û jîyana wan baştir lê bê.
Li gora dawîtirîn raporta wezareta derve ya Amerîkî sebaret mafên mirovan, jina li Erebistana Suudî kêm mafên sîyasî û civakî hene. Rê nayête dan jin hatin û çûna nav welatî yan derve bike eger mêrekî kes û karên wê yên nêzîk digel wê nebe. Zêdebarî vêna jinên Erebistana Suudî mafên qanunî yê hajotina otomobîlan nîne. Û têne bend kirin ji bi karînana destgehên giştî eger zilamek amade be, dema li otobosê li nav bajêr suwar dibin divê jin di derîyek cuda yê piştê de suwar bin û tê de cihê runiştina wan jî cuda kiriye. Jin tê girtin ji alî polîsên karûbarên olî eger li otomobêlekê suwar bû şufêrê wê ne karmendekî fermî bû yan ne zelamekî kes û karê nêzîkî wê bû.
Jinên Erebistana Suudî rû bi rûyî ferq û cudahîya qanunî dibin. Li du qanuna Erebistana Suudî şehadeya du jinan hemberî şehadeya mêrekî ye. Ne weke mêra, jinên mîrgeha Suudî gelek zehmetîyê dibînin heta ji mêrên xwe bêne berdan. Hinek nîşan hene ku hikumeta Erebistana Suudî pênasînê bi pêwîstîya behskirina van neheqîyên mezin dike.
Konferansekî vê dawîyê bi navê Dîyaloga Niştimanî, rêberên olî yên Suudî, şarezayên akadîmî û jinan jî pişikdarî tê de kir. Konferansî binaxe ji bo zêdekirina rolê jina di jîyana giştî de danîn. Her wesa vî konfransî bi piştevanîya hikumetê daxwaza pêdaçûneke nû kir li ser bend kirinên li ser jinan hatîye danan weka dabûnerîtan li şûna qanunên ango şerîatên Îslamî. Belê bê kiryarên rast ji alî hikumeta mîrgehê ve konfransên wesa wê bê sûd û mifabin.
Xanima yekê ya Amerîka Laura Bush bi gelek kurtî got mafên jinan mafên mirovaye û kar ji bo pêşvebirina mafên mirovan berpirsyarîya hemû mirovahîyê ye.