Serok Bush huşdarî dide berî referanduma meha bê li ser bernivîsa destûrî li Îraqê alozkarî zêde bibin. Evro li seraya Sipî serokî got terorîst dê bizaveke wê dengdanê têk bidin û riştîya Amerîka bo şerî lawaz bikin lê got ew her ser nakevin.
Rêzdar Bush evro her wisa got qumandarên bilind yên leşkerî digel endamêt kongresê dê kom bibin da li ser terorîzmê û kiryarên leşkerî li Îraqê bi axivin û got piştevanîya kongresê bo wî karî girînge.