Breaking News

Bi kêmî dû hizar Kurd xwenîşadanekê li Biruksilê saz diken

Xwenîşaderêt Kurd li Biruksilê daxazê ji Turkyayê diken mafêt zêdetir bidete kemayetîya Kurd li wî welatî.

Bi kêmî 2,000 kes evro şembî xwenîşadanek saz kir, berî dest pê kirna danûstandinêt bi endam bûna Turkya li Yeketîya Ewropî.

Xwenîşadera herwesa daxaza azad kirna rêberê serheldayêt Kurd Ebdullah Ocelan kir, ku li Turkya hatîye zindanî kirn.

Wekî mercekê bu bi endam bûnê di Yeketîya Ewropî, Turkyayê soz da mafêt mirovan bi parêzît û rîformêt syasî encam bidet, ku hinek ji wan peywentî bi Kurdan hebûn.

XS
SM
MD
LG