Hêzên Amerîkî li Îraqê êrîşeke nû dijî xirabkaran destpêkir li sê bajêrokê serekî li newala rûbarê Firat li rojavaya Bexda.
Belavnameka leşkerê Amerîkî dibêje nêzîkî 2500 serbazên marîn û serbazên peyadeyên Amerîkî digel hêzên parastina Îraqî ev êrîş îro li Hedîse, li Heqanîye û li Berwana destpêkir.
Ev êrîş bû mezintirîn kiryara leşkerî li parezgeha Embar ku îsal tê dîtin.
Hêzên Amerîkî û Îraqî berdewam in li ser kiryarên din li deverên nêzîkî tixûbê Surîya.
Li Bexda bi kêmî ve du polîsên Îraqî hatine kuştin bi êrîşeke xwekuj bi otomobîleke bombekirî nêzîkî nuqteke vekolînê ku bi berev devera Kesik diçe ku gelek balyozxanên biyanî û ofîsên hikumetê li wê deverê ne.
Leşkerê Amerîkî got, yek serbazê marîn û sê serbazên peyade di du teqînên cuda de li rojava Îraqê do hatibûne kuştin.