Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başura Çînê bi xişyana kendalan 59 şagirtên polîs bê ser û şûn çûne


Kargerên hewarçûnê li wan 59 şagirtên polîsan digerin ku ji ber tavên baranên xurt û xişyana erdî winda bûne.

Ajansa Peyamên Xinhua (Şînwa) dibêje ew şagirtên polîs li du xwendîngeha dihatin fêr kirin li parêzgeha Fugia. Şeva Yekşembî herdu xwendîngeh hatin ramalîn.

Heta niha 15 kes bi barovê mirîne. Li Taywanê jî yek kes mirîye. Karbidestên Çînî 1300 kes bi dirêjahîya rubarê Yangtze veguhastine her ji ber barovê. Û li wîlayeta Hubei jimareke rêka hatine birîn. Û çaverê tê kirin ku heta du rojên din pitir baran bibarî.




XS
SM
MD
LG