Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush Îslama tûndrê şermezar dike


Serok Bush wan gotinan red diket ku hebûna leşkerê Amerîka li Iraqê hêz daye tundrêyên Îslamî. Ew dibêjît Îslama tundrê hebû xwe berî dagirkirina Iraqê û piştî nemana heceta Iraqê jî dê bidomît.

Birêz Bush îro li Bingehê Niştimanî bo Demokrasîyê axift. Wî bi tundî Îslama tundrê mehkûm kir û got ew îdeolojîyeke zordet e, berê xwe daye dewrê berê û li ser bingehê înkara pêşveçûna mirovanîyê ye.

Serok Bushî ew gotar xwend li demê ku li dû encamên raywergirtinên giştî piştevanîya gelerî bo rêbaza Iraqê kêm dibît.

Birêz Bushî got belê rast e destûdarê Iraqê ne bi sanahî ye lê got her pêşve diçît du heftîyan berî referanduma ser destûrnameya Iraqê.

Wî got Amerîka û hevpeymanan 10 pîlanên micid yên terorîstan li seranserî dinyayê jinav birîne, pûç kirêne sê ji wan li Amerîka paş êrişên 11yî Îlona 2001ê, lê bi dirêjî pê ne axift.

XS
SM
MD
LG