Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistanê ragehand ku jimara qûrbanîyên erdhejîna şembî gehişte 19,000 kesan


Pakistanê ragehand ku pitir ji 19 hizar kes li erdhejîna roja şembî hatîne kuştin û jimara qûrbanîyan bu heye zêde tir bît.

Serokê Pakistanî Pervêz Muşeref seredana cihêt keftîne ber karesatê kir û daxaz ji civaka nêvneteweyî kir da alîkarîya diravî ya welatê wî biken.

Li Hindistanê, jimara qûrbanîyêt erdhejînê li wî welatî gehiştîye pitir ji 5,500 kesan, ku zorîna qûrbanyan li Kişmîra jêr destê Hindistanê ne.

Serok wezîrê Hindistanê Manmohan Singh bi telefonê digel serokê Pakistanê axift û herdûka pêşnyaza alîkarî kirna welatê dî kir.

XS
SM
MD
LG