Wê şeş milyon dolar alîkarî dane bajêrekî hevpişkê Ereb û Îsraîlîyan bo nûjen kirina yarîgeheka topa pê.
Şêx Sû'ûd bin Abdulrehman El Tanî serokê komîteya Olimpîkan razî bû li ser wê alîkarîya diravî ji bo bajêrê Saxnîn li bakûra Îsraîlê , ew ji piştî kombûnekê dûhî Dûşem di gel endamê Arebê parlemanê Îsraîlê Ahmed Tîbî.
Qeter heval bendeka nêzîka Emîrîka ye û têkelîyên dîplomatî yên fermî di gel Îsraîlê nînin. Belê Îsraîlê piştevanî ya Qterê kir bo endametîya demî ya civata tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî.