Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyeke mezin ya Sinnîyan li Îraqê piştevanîya destûrnameya nû dike


Piştî ku nunerên danustendinan rêkeftin ku li paşerojê guhorîn di bernivîsa destûrnamê de bên kirin yek ji partîyên sîyasî yên Sinnî razî bû li referandûma roja Şemîyê piştevanîya destûrnameya nû bike.


Parlamana Îraqê ya ku Şîa û Kurd tê de piranî ne, îro(Çarşem) piştî nîvro dicive da ku ew li ser vê bazarê bi axive.

Piştî ku Şîa û Kurdan li hev kirin ku destûr bidine parlamanê da karibe guhertinan di destûrnameyê de bike, di dawîya roja Sêşemê de partîya sîyasî ya Erebên Sinnî ya serekî (Partîya Îslamî ya Îraqê) daxuyanîyekê belav kir ku ew dê piştevanîya bernivîsa destûrnameyê bikin.


Hêjî ne dîyare ka gelo komeleyên din yên Sinnîyan ku nunerên wan li danustendinan amade nebûn dê daxwaza xwe ji dengderan bigohorin ku ji wan xwestibûn dengê xwe nedin destûrnameyê.


Karbidestên Amerîkî sengî dida ser Sinnîyan da ku piştevanîya destûrnameyê bikin

bi hêvîya ku ew dê tundîtîyên xirabkaran kêm bike û rê bide vekêşana hêzên bîyanî.


Polîsên Îraqî dibêjin îro (Çarşem) li Bexdayê bi kêmî şeş kes birîndar bûne dema ku otomobîleke bombebarkirî xwe bi ser karwana otomobîlên hikumetê ve teqandîye.

XS
SM
MD
LG