Adar 17, 2003- Serok Bush fermana Seddam Huseyn rakir û got eger ew di demê 48 seetan de ji Îraqê dernekeve wê hemberî cezayekî giran bibe.
Adar 19, 2003- Serok Bush di axaftineke li ser televîzyonê de ji gelê Amerîka re got ku hêzên hevpeymanî dest bi êrîşan kirine dijî armancên leşkerê Îraqê.
Adar 21, 2003- Welatên Yekgirtî dest bi êrîşên bi firokeyan dike li ser Bexda û bajêrên din.
Nîsan 9, 2003- Bexda ket. Li çaralîyê paytexte talan û dizîyê destpêkir.
Gulan 1, 2003- Welatên Yekgirtî daxuyanîyek da ku wan dawî li şerên serekî anîne.
Gulan 12, 2003- Paul Bremer wek birêveberê sîvîl dest bi kar dike li Îraqê.
Gulan 22, 2003- Civata Tenahîyê ya Netewyên Yekgirtî qanûnekê datîne ku hêzên Amerîkî û Brîtanî wek desthelata dagirker dinasîne li Îraqê û tolan hiltîne.
Tîrmeh 13, 2003- Rê û rismên sond xwarina civata demî ya Îraqê ya 25 kesî hat biorêvebirin ku ji alîyê karbidestên Amerîkî û Brîtanî hatibûn destnîşan kirin.
Kanûna Yekem 13, 2003- Hêzên Amerîkî Seddam Huseyn li nêzî Tîkrît dîtin û girtin.
Kanûna Duwê 19, 2004- Bi hezaran kes li Bexda xwenîşandan kirin bi daxwaza hilbijartinê.
Adar 8, 2004- Qanûna civata birêvebirina demî ya Îraqê hate mor kirin.
Gulan 31, 2004- Desthelata demî ya hevpeymanan (CPA) Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê li Îraqê damezirand.
Huzeyran 28, 2004- Hêzên hevpeymanî bi rêberaîya Amerîka, serwerî da Hikumeta Demî ya Îraqê.
August 18, 2004 - Iraqi National Conference selects a national assembly to act as a parliament until elections are held.
Tebax 18, 2004- Konferansa Niştimanî ya Îraqê civateke niştimanî bijart ku wek parlamanê kar bike heta hilbijartin bên kirin.
Çirîya Duwê 1. 2004- Tomar kirina dengder û berbijaran destpê kir.
Çirîya Duwê 21, 2004- Roja hilbijartinê hate dîyar kirin ji bo 30 ê meha Kanûna Duwê ya sala 2005.
Kanuna Yekem 15, 2004- Bizava hilbijartinê destpêkir.
Kanûna Duwê 30, 2005- Zêdeyî ji 8 milyon Îraqîyan hem li welat hem li derveyê welat deng dan ji bo civata niştimanî ya demî ya 275 endam.
February 13, 2005 - Final election results show Shi'ite coalition winning slight majority of seats, Kurdish alliance coming second, and Sunni Arabs poorly represented due to low voter turnout.
Sivat 13, 2005- Encamên dawî yên hilbijartinê nîşan dan ku hevbendîya Şî’a bi cudahîyek kêm bi pêş ket û hevbendîya Kurdan bû duwemîn û Erebên Sunne nuneratîyeke gelek kêm bi destve xistin ji ber kêm dengdana wan.
Tebax 15, 2005- Roja hatibû dîyar kirin ji bo dariştina destûrnameyê ji alî hikumeta veguhastinî.
Tebax 15, 2005- Dema dirêj kirî ji bo dariştina destûrnameyê bihurî.
Tebax 26, 2005- Cara sêyemîn dema dîyar kirî bo dariştina bernivîsê bihurî
Tebax 28, 2005- Komîteya dariştina destûrê bernivîsa destûrmaneyê mor kir.
Îlon 18, 2005- Parlamana Îraqê bernivîsa destûrnameyê pejirand.
Çirîya Yekem 2005- Pênc milyon danêyên bernivîsa destûrnameyê hate çap kirin û li seranserê Îraqê hate belav kirin.
Çirîya Yekem 11, 2005- Partîya sîyasî ya serekî ya Erebên Sunne, Partîya Îslamî ya Îraqê got ku ew dê piştgirîya destûrnameyê bikin piştî ku qanûndanerên Kurd û Şî’a garantî dan wan ku ew dê guhorînan di bernivîsê de bikin bi şerta ku destûrname bê pejirandin.
Çirîya Yekem 12, 2005- Parlaman hin mekanîzman pejirandin bo guhorîna bendên destûrnameyê.
October 13, 2005 - Iraqi detainees and hospital patients begin casting ballots ahead of nationwide vote.
Çirîya Yekem 13, 2005- Berî dengdanên hilbijartina niştimanî girtî û nexweşên Îraqî li zîndan û nexweşxaneyan dest bi dengdanê kirin.
Çirîya Yekem 15, 2005- Referandûma niştimanî bi ‘erê’ yan ‘ na’ ji bo destûrnameyê destpêkir.
Kanûna Yekem 15, 2005- Roja hilbijartina bo danana hikumeteke berwext eger destûrname hatibe pejirandin. Eger destûrname nehatibe pejirandin evcar ev roj roja hilbijartina civateke nû ya niştimanîya ye.