Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush diçe seredana Japonya, Çîn, Koreya Başûr û Moxolîstanê


Serya Sipî dibêje serok Bush dê li kombûna rêkxisteya hevkarîya aborî ya Asya Pasîfîk li heyva yazde li Busan a li Koreya Başûr amade bît

Belavokeke Seraya Sipî dibêje rêzdar Bush dê li ser bazirganîya azad bi axivit û pêşve birina aborîyê û bi hêz kirina hevkarîya parastinê li herêmê.

Çaverê tête kirin ku rêzdar Bush digel serokê Koreya Başûr Roh Moo-Hyun li 17ê meha yazde kombît û digel rêberêt APEC jî kom bît.

Komela APEC ya 21 endam ji welatêt Pasîfîk pêk têt ku li ser bazerganîyê, parastinê û pirsêt dî danûstendinan diken.

Peyivdarekî Seraya Sipî got serok li seredana xwe dê çend geryanêt dî diket. Biryare li 19ê heyva 11 biçîte Pekîn. Her wisa li ber e bo cara yekê biçîte seredana Moxolîstanê û li 21 ê meha 11 digel serok Enkhbayar kom bît.

XS
SM
MD
LG