Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barova Wilma xurttir bû û dîsa dagerîya ser Tîpa Hêza 3


Bayê barova Wilma bi ba û baraneke xurt li ser wîlayeta Florida ya li qerexê rojhilata Amerîka digere.

Bablîsokê bi giştî Florîdayê xistiye bin bandora xwe û bi baran û ba û lehîyê gelek zîyan daye herêmê û di encamê de nêzî sê mîlyon kes bê elektrîk mane.

Serok Bush belgeya li ser dana alîkarîya cîyên ji karesatê zîyan dîtî mor kir û soz da ku ew dê alî qurbanîyên barovayê bike. Birayê serok Bush, Jeb Bush ku walîyê Florîdyê ye, ji gelê herêmê re got bila li nav xanîyê xwe bimînin heta ku ba û baran raweste û barove hinek aş bibe.

Wilma sibeha Dûşemê wek Baroveya Tîpa 3 dest pê kir û li qerexê rojavaya Floridayê xist. Peyra hêdî hêdî ber bi temamê wîlayetê ve kişîya û hêza wê kêm bû zivirî ser Tîpa 2 û nêzî çend seetan bi vî awayî berdewam kir. Li Coral Spring zilamek ji ber barovê hate kuştin dema darek bi ser wî ve ket.

Ji baroveya Alpha ya destpêka nav dana van baroveyan ku ji 150 salan û virda ye, îsal demsala Baroveyên Atlantîkê zêdeyî hemû salan e.



XS
SM
MD
LG