Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du raportên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser seredana rêzdar Barzanî


Roja Sêşemê li 25ê meha 10 sala 2005 li Qesra Sipî serok Bush û serokê herêma Kurdistan li Îraqê birêz Mesud Berzanî kom bûn. Piştî kombûnê serok Barzanî tevî balyozê Amerîka li Îraq Zalmey Xelîlzad ji peyamhinêrên Kurd re peyivîn. Ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevkara me Muteber Şîrwanî jî li wê civîna rojnamevanî bû û di vê raporta taybetî de ew bi dirêjayî we li ser vê babetê agahdar dike.

Herwisa bişev jî hevkarê me Dexilê Şemo li resepsîyona li Washington ji bo xatirê serok Barzanî hatibû danîn amade bû û li ser axaftina birêz Barzanî di wê resepsîyonê de ji bo we raportek amade kiriye. Rêzdar Barzanî gotara we hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Erebî xwendîye û piştî gotarê bersivên pirsên rojnamevanan daye ku yek ji wan ev bu: Gelo mesela Kerkuk di kombûna li Qesra Sipî de hatîye zimên an na. Di raportê de win dikarin li bersiva vê pirsê jî guhdarî bikin.

Eger win bixwazin li van herdu raportan guhdarî bikin ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Li raportên li ser seredana rêzdar Barzanî guhdarî bike" bitiqînin.



XS
SM
MD
LG