Serokê Fransayê Jacques Chirac daxwaza behnfirehîyê kir ji gelê xwe ji bo alozkarîyên heftîya buhorî ku li kuçeyên hejar yên Parîsê belav bibûn.
Birêz Chirac xwest ku rîya qanûnê bi nermî bê bikaranîn da ku karibin alozîyan rawestînin.
Polîsên Fransî gotin wan îro (Çarşem) 34 kes girtine piştî şeva şeşan ku alozî roj bi roj li du hev zêde bibûn. Xelkê otomobêl şewitandin û şer kirin digel polîsan. Polîsan jî gulleyên lastîk li dijî wan bi kar înan.
Alozîyên heftîya buhurî roja Pêncşemê destpêkiribûn li kuç û kolanên hejar yên Parîsê ya bi navê Clichy-sous-Bois, piştî ku polîsan du xortên bi esil Efrîqî dabûn ber elektrîkê dema ku xwe ji ber wan veşartibûn.
Li wan taxan gelek mişextên Efrîqî lê dijîn ku bêzar bûne ji bêkarîyê û vederîyê ji civaka Fransî.