Li Brukselê, dadgeha 13 kesan bi tawana endamîya komeleke Îslamî ya jêrşika êrişên bi bombê li Îspanya û Mexrîbê destpêkir.
Ew bergûmanên bi eslê xwe Belçîkî û Mexrîbî li roja Pêncşembî înane pêş dadgehê.
Dozger dibêjin ew xwespêr endamên Koma Mucahîdên Mexrîbî ne. Ew bergûman e bi teqandina bombeyan par li Madrîda paytextê Îspanyayê ku têda 191 mirov hatibûne kuştin û bi bombeyan kuştina 45 mirovan pêrar li Darûlbeyda, an Kazablankayê.
Heke bêne mehkûm kirin, cizayê wan zindan e ji 5 salan heta 15 salan. Çi ji wan xwespêran bi peywendîyeke rasterast li wan kiryaran nahêne gunehbar kirin.
Ew doza yêkem e li dû qanûneke nû ya Belçîkî ku têkilîya bi terorîstan ra wek cirum dadinêt.