Rayedar li Efxenîstanê dibêjin li bajêrê Kandahar yê başûr êrişkerekî xwekuj îro otomobîleke bombebarkirî ajotîye linav karwaneke hêzên Amerîkî û Efxan.
Karbidestên xwecihî dibêjin bi kêmî ve 3 mirov hatîne kuştin û çar jî birîndar bûyne. Peyivdarê leşkerê Amerîka dibêjît çi peyama hingavtîyên Amerîka nîne.
Hêzên Amerîka û Efxanî domandorên wî cihê linav bajêrê Kandahar girtin. Ew berî bingeheke rejima roxandî ya Taliban bû.
Serhildayên Taliban û hevalbendên wan li vê dawîyê êrişên xwe zêde kirîne, bahra pêtir li rojhilat û başûra Efxanîstanê. Vê heftîyê serbazekî Amerîkî û aştîparêzekî Elman li êrişên cida hatine kuştin.