Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Iraqê sera Japonê didet


Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî îro dê dest bi seredaneke çar-rojî bo Japonê biket ji bo wergirtina desteka hikûmeta Tokyoyê di avakirina aborîya têkçûyî ya Iraqê da.

Birêz Zêbarî dê li roja Pêncşembî digel Wezîrê Derve yê Japonê Taro Aso kombît. Ew dê li roja paştir bi Serokwezîr Junichiro Koizomi ra danûstandinan biket.

Karbidestê Iraqî wê serêdanê diket li demê ku rayedarên Japonê hizrên xwe diken li ser paşeroja hêza xwe ya leşkerî li Iraqê. Japonê 600 serbaz hene li bajêrê Semawa li başûra Iraqê û li ser karên mîna parzinîna avê û avakirina xwendingehan dixebitin.

Demê mana wê hêzê dê li 14yî meha têt bidawî bêt. Birêz Koizumi gotîye belkû ew dem bête dirêj kirin, lê hêj çi biryar nehatîne dan.

XS
SM
MD
LG