Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Sundxwaran bergûmanê "bombeya qirêjî" yê Amerîkî tawanbar kir


Amerîkîyekî ku wek "şerkerê neyar" eve sê sale di girtîgeha leşkerî da ye ji alîyê desteya sundxwaran ve hatîye tawanbar kirin ku wî nexşe danayne ji bo kuştina mirovan li derveyî Amerîka û destek daye terorîstan.


Wezîrê Dadî yê Amerîka Alberto Gonzales ew tawanên li dijî Jose Padilla li roja Sêşembî xuya kirin û îddîa kir ku ew Amerîkîyê Misilman pişikdar bû di komeke piştevanîya terorîstan da ku li Amerîka û Kanada bizav dikirin.


Jose Padilla li sala 2002yê li bajêrê Chicago hatibû girtin û hikûmetê hingê gotibû wî li ber bû ku bi bombeyeke radyolojîk, an "bombeyeke qirêjî" êrişê biket. Lê ew tawannameya Sêşembî çi behsê hindê naket.

XS
SM
MD
LG