Polîsên Tirka du hevserên cendirme girtin bi egera têkelbûna bombekirina kitêbxaneyeke Kurdan li destpêka vê mehê.
Piştî êrîşa nehê meha 11 ku bibû egera kuştina kesekî û birîndarbûna gelekên din li bajêrokê Şemdînlî ya ku gelê lê dijî bi giştkî Kurd in ew herdû kesên girtî piştî demeke kin hatin berdan .
Belê bi sedan Kurd ji wê demê û virda ye xwenîşandanan kirin li dijî leşkerê Tirk bi gumana ku ew têkilî wê êrîşê bûne. Xetabarkirinên bi vî awayî bûyerên li sala 1990an qewimîbûn tînin bîra meriv ku hikumet bi kuştinên derveyî qanûnê dihate xetabarkirin.
Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan û parlamana Tirkîye soz dane ku ew dê lêkolîn bikin da bizanibin kî ew bombe teqandiye.
Li başûra rojhelata Tirkîye pêleke tundutujîyan didomin ji dema ku serhildayên Kurd yên ku ji bo li herêmê otonomîyê ava bikin şer dikin agirbesta yek alî ya şeş salan rawestandibûn di destpêka îsal de di şerê dijî hikumetê de.