Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayan li Ramadî êrişeke demkurt kir


Serhildayên li Ramadî, bajêrê rojava Iraqê, êrişeke demkurt kire ser bingeheke Amerîka û avahîyên hikûmeta Iraqê.

Ew êriş berê runiştevanan ragihand. Wan got bi dehan zelamên seruçavpeçavtî, ku bawerî tête kirin ku ji komela el-Qaîdeya Iraqê bin, li kolanên bajêrî top û mûşek bikar înayne, li demê kombûna serokên eşîretan û karbidestên leşkerê Amerîka.

Peyivdarekî leşkerê Amerîka, General Rick Lynch, ew bûyer hind qas bi girîngî danena, û got bi tenê êrişeke bi RPGyê li niqteyeke parastinê ya hevbeş ya hevpeymanan hatîye kirin û çi hingavtî nebûn.

Serbazên Amerîkî û Iraqî ji roja Yêkşembî were li Ramadî ne, û berî hilbijartinên parlamentoyê li 15yê vê mehê li dijî serhildayan bizavan diken. Lê karbidest hûşdarîyê diden ku bi bêhîvîbûna serhildayan berî wê dengdanê ew şer û zordarî dê giran bît .

XS
SM
MD
LG