Di destpêka gotara xwe de serok Bush got ko "Dijmin li Îraqê ji van hêzan pêk dêt:
Hevalbend û piştevanên Seddam Huseyn, endamên El Qaide û komelên ku rejîma nû li Îraqê qebûl nakin, ew jî ji wan hêzan pêk dêt ko desthilat ji dest wan çûye paş nemana rejîma Seddam Huseyn."
Her wiha serok Bush got “Welatên Yekgirtî yên Amerîka şerê terorîzmê dike ji Efxenîstan heta Îraqê û heta Efrîqayê û got ev dijmin gerek bête şikandin û em bi ser wan de serkevin.”
Serok Bush her wiha got, “Em li Îraqê stratejîyeke fireh û giştî bi kar tînin ko li ‘Rapora Stratejîya Niştimanî bo Serkeftinê li Îraqê’ hatîye dîyar kirin.” Serok Bush di berdewama axaftina xwe de got, “ Hêzên Amerîkî û Îraqî niha şerê terorîstan û piştevanên Seddam dikin li hemû Îraqê û hêzên Amerîka leşkerê Îraqê amade dikin bo sitendina berpirsyarîya parastina welatê xwe, û ev karana armancekî bingehîn e ji bo serkeftinê li Îraqê û danana welatekî demokratîk û em dibînin ku hêzên Îraqê baş pêşve diçin ji sala buhurî de, lê bê guman dem jê re divê ko bi temamî amade bibin.” Di berdewama axaftinê de got “Nuha rêxistinên cîhanî û welatên cîhanê alîkarîya Îraqê dikin ji bo avakirina aborîya xwe.”
Di berdewambûna gotara xwe de serok Bush got, “Hêzên tenahîya Îraqê nuha welatê xwe diparêzin û bi mêranî roj bi roj erdekî pirtir ji welatê xwe dixin bin destê xwe û hêza wan wê her geşe bike paş ko hêzên hevpeymanan welatê wan bi cîh bihêle û xelkê Îraqê amade ne xwe fîdakar bikin ji bo parastina welatê xwe û nuha Erebên Sunnî jî dikevin nava hêzên tenahîya Îraqê û bi vî rengî ew hêzana nuneratîya hemû xelkê Îraqê dikin.
Serok Bush herwiha got “Nuha hêzeke biçûkê Esmanî ya Îraqê heye digel Embarên Çekan de. Hêza deryayê ya Îraqê benderên wan diparêzin û Akademîyek ji bo dezgehên Zanyarîyê li Îraqê hatîye danan”
Serok Bush dîsan got “Peyama hilbijartina 15ê meha 12 li Îraqê ew e ko gelê Îraqê guh nadin gefeyên terorîstan li dijî wan û ji wan natirsin û gelê Îraqê bi azayetî û mêrxasî diçin pêş ji bo danana demokrasîyê di nava dilê rojhilata navîn de û gift da ko di vê navêda wê Amerîka alîkarê wan be ji bo serkeftinê. ”
Serok Bush herwiha got: “Stratejîya Amerîka li Îraqê bi dest anîna serkeftinê ye li dijî dujminekî hov û di vî karî de pêwîst e gelê Amerîka piştevan bin û li ser biryara xwe bi hêz bin di wê dema ko mişt û mirekî zêde li ser şerê Îraqê heye. ”
Serok Bush got “xistina kar û berpirsyarîya leşkerê me, ber rexne moral û wireya leşkerê me têk dide. Lê xelkê Amerîka piştevanê leşker û serbazên xwe ne û evaya alîyekî bi hêzê demokrasî ye li Amerîka ko xelkê wê xwedanê bîrên cuda ne û mişt û mirê li ser hemû tiştan dikin û piranîya xelkê Amerîka dixwazin ko leşkerê wan serkeve û bi zûtirîn kat vegerin welatê xwe û serkeftin wê demê wê bi dest bêt ko terorîst êdî tu tirsan li ser demokrasîyê li Îraqê dirust nekin.”