Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Sharon dibêjît Îsraîl nikarît pêrazîbît bît ku Îran bibîte xwudana çekên navokî.
Birêz Sharonî li konferanseke rojnamegerîyê roja Yêkşembî got Îrana bi çekên wesa dê bibîte gefeke giştî û Îsraîlê berjeng dayne ku belkû ew bijarên leşkerî bikar bînît da nehêlît.
Lê Birêz Sharonî got divêt ne Îsraîl, lê civaka navneteweyî rêberîya wan bizavan biket yên ji bo girtina rê li bernameya navokî ya Îranê.
Vê navneynê karbidestên Îranî dibêjin renge danûstandinên bi Yêkitîya Ewrûpî ra li heftîyên tên ji nû ve destpêbiken. Ew kombûn li meha 8 rawestîyan piştî ku Îranê dîsa dest bi zaxkirina uraniumê kirî.
Nûnerê wê yê serekî dibêjît Îranê dê bi her nexşeyekê xweş bît heke ew rêzê li mafê wê yê zaxkirina Uraniumê li ser erdê wê bigirît.