Lêvekolên Neteweyên Yekgirtî pirsyar li karbidestên Sûrî dikin li ser kuştina Refîq Herîrî. Jêderên dîplomatîk dibêjin îro(Duşem) li Vienna li ofîsên Neteweyên Yekgirtî lêvekolan hevdîtin digel pênc karbidestên mezin yên Sûrî kirin ku çaverê tê kirin ku heta roja Çarşembî berdewam bibe.
Vê dawîyê Surîya qayîl bûye ku vekolîn digel karbidestên wê li derveyê Sûrîya bête kirin. Sûrîya mandel û haşa dike ku çi dest hebin di kuştina rêzdar Herîrî û 20 kesên din li meha 2 li Beyrûtê. Lê raporteka raspêrîya Neteweyên Yekgirtî we dîyar dike ku destê karbidestên mezin yên Sûrî û Libnanî di wê êrîşêde hebûye.