Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice: Amerîka reftarê hovane digel girtîyên terorê naket


Wezîra Derve Condoleezza Rice Ukrayna wek ‘hevkara stratejîk’ ya Amerîka binav kir.

Xatûn Rice li seyemîn qonaxa serêdana xwe bo Ewrûpayê, li Kîeve digel Serokê Ukraynayê Victor Yushchenko kombû. Wezîrê got Amerîka dê pal bidet ku Ukrayna di aborîya navneteweyî û rêkxistîyên hevbeş yên Ewrûpa û Amerîkayê da pişikdar bît.

Condoleezza Rice got Peymana li dijî Îşkencê bizavên karmendên Amerîka werdigrin -- çi ew li Amerîka bin, çi li derveyî welat – û karmendên Amerîka reftarê hovane an req digel bergûmanên terorê naken.

Komelên mafên mirovan Amerîka gunehbar kirîye ku ew îşkencê bikar tînît li girtîgehên Efxenîstan, Iraq û li bingehê Guantanamo yê li Kubayê.
Rêveberîya Bush her wesa tûşî rexneyan e sebaret wan îddîayan ku Navenda Pêzanînên Nepenî, ango C-I-Aê, ji bo bergûmanên terorê girtîgehên nepenî li jimareke welatên li Ewrûpa Rojhelat hene.

Rêveberî li dijî wan qanûnên pêşnîyarkirî ye li Kongresê ku dê qedexe biket ku karmendên C-I-Ayê li girtîgehên derveyî Amerîka reftarê xirab digel girtîyan biken.

XS
SM
MD
LG