Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

70 li sedê ji Îraqîyan pişikdarî hilbijartinê bûn


Raspêrîya hilbijartinan ya Îraqê dibêjît encamêt destpêkê we dîyar diken: 70 li sedê ji dengderan pişikdarî hilbijartinêt parlamanî yêt 15ê vê mehê bibûn. Wê raspêrîyê ev jimare ragehand li demê ku jimartina dengan berdewame.

Çaverê tête kirin encamêt domahîyê, dê di heyva yek Kanuna duwê de bêne ragihandin. Li dîv hindek encamêt destpêkê hevalbendîyeka Şîa ya li pêş û beroka pêkhatina Îraqê ku hevalbendîyeka serekî ya Erebêt Sinnî dibêjit fend û fêl hatine kirin û huşdarî daye renge daxwaza dubare jimartina dengan biket.

Li heman dem leşkerê Amerîka ragihand li du lêkdanêt cuda li roja Duşembî û Sêşembî bi kêmî ve 9 xirabkar hatine kuştin û 16 hatine girtin.

XS
SM
MD
LG