Bi baranên 2 heftîyan li başûra rojhelata Asyayê lêmiştî rabûye û heta niha li Malezya, Tayland û Vietnamê bi kêmî ve 101 mirov kuştîne.
Naverasta Vîetnamê cihê herî pêtir zîyan dîtî ye û bi rabûna avê nêzîkî 60 mirov kuştîne û bi 10 hezaran hekitarên zevîyên birincî pûç kirîne.
Karbidestên Taylandê radigehînin ku ji lêmiştî û erdzelyanê şeş mirovên dî mirîne û jimara kuştîyên wî welatî giheştîye bi kêmî ve 35ê.