Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush: 2005 sala pêşveçûneke xurt bû ber bi dinyayeke azadtir û aramtir  ve


Serok Bushî li gotara xwe ya hefteyî sersala gelê Amerîka pîroz kir û behsê serkeftinên sala 2005ê kir, serê hemîyan hilbijartinên Îraqê. Wî got ‘‘Me îsal dît ku gelê Îraqê guh neda terorîstan û êrişkerên bi bombê yên xwekuj û sê hilbijartinên serkeftî pêkînan û dengê xwe da ji bo hilbijartina bi tenê hikûmeta destûrî ya demokratîk li Cîhana Erebî.

Me her wesa dît ku gelê Efxenîstanê parlamentoyeke demokratîk hilbijart li wî welatê ku heta berî çend salan jî libin hûkmê Taliban bû. Eve destkeftîyên cihê heyrîmanê ne li dîroka doza azadîyê.’’

Serok Bushî got li demê ku azadî û demokrasî li wê herêma bi avrêşe bicih dibît gelê Amerîka li welatê xwe tenatir dibît û bingehê aştîyê bo nifşên paşerojê tête danan. Wî got ‘‘Welatên Yêkgirtî berjewendîyeke bingehîn heye ji serkeftina Îraqeke azad veca li sala têt em dê birêvebirina stratejîya berfireh ya serkeftinê bidomînîn.’’ Birêz Bushî dûra tayên wê stratejîya sê-qolî, ku wî li vê dawîyê bi 5 gotaran ji gelê Amerîka ra rave kiribû, dubare kirin:

Yek: Hevpeyman dê di warê parastinê da gund, bajêrk û bajêrên Îraqê ji neyarî pakij biken û parastina pêtir cihan bidene leşkerê Îraqê.

Du: Li alîyê sîyasî dê alîkarîya Îraqîyan biken ji bo danana destgehên demokrasîyeke hemî alîyan vedigirît, hevgirtî û berdewam.

Sê: Di warê avakirinê da astengan dê ji holê raken û bingeh û aborîya Îraqê ava biken. Serok Bushî got bi avakirina demokrasîyeke aram û aştîyane li Îraqê, Amerîka dê hevpeymaneke bi dest ve bînît li şerrê li dijî terorê, guhartinxwazên Rojhelata Navîn dê çav bidenê û gelê Amerîka jî çêtir parastî bît.

George Bushî duwemîn pişka gotara xwe ya dawîn ya hefteyî da ser rewşa navxweyî ya Amerîka, û got “Bi dewlet serê kêmkirina bacan, ragirtina mezaxtinan û xebata xurt ya gelê Amerîka li sala 2005ê jî çavê dinyayê li aborîya me bû.” Birêz Bushî got ji Gulana 2003yê we re 4 û nîv mîlyon karên nû hatîne afirandin û pêtir Amerîkî bûyne xwudanxanî, pileya giranbihayîyê kêm e û pileya derhînanê zêde ye.

Serokî got ji bo pêşvebirina aborîyê divêt ew rêbazên binecih bidomin û Washington bacên xelkî bi aqilane bimezêxît û behsê nexşeya xwe ya aborîyê li sala 2006ê kir. George Bushî got ew dê alîkarîya pêwîst bidene berava başûr ya Amerîka ya belingaza baroveyên Katrina û Ritayê.

Birêz Bushî got li sala 2005ê jînfirehîya li Amerîka pêşve çûye û wê doza azadî û aştîyê pêşve birîye û parastina xwe çêtir lê kirîye, lê ew xebat dê sala 2006ê bidomît û ew ji Amerîka piştrast e ku ew dê bişête wan şeqî û zehmetîyên pêşîyê.

XS
SM
MD
LG