Rusya Ukrayna xetabar diket ku 25 milyon dolaran gazê xurustî ji bo rîyêt wê derînane ku di nav êrdê wê de derbas dibe diçe welatêt Ewropî.
Kompanya Gazprom ya hikumeta Rusî dibêjît 100 milyon metrêt şeşber yêt gazê xurustî ku ji Moskow bo Ewropa diçît hatîne dizîn.
Karbidestêt Kiev dibêjin çi gaza xurustî nehatîye dizîn û dibêjin ew gazê ku Ukrayna bikar tînît yan ji Turkmenîstanê têt yan jî ji jêderêt wê bixwe têtin. Kompanya Gazprom dubare diket ku ew dişêt piştrast biket ku gaza xurustî ji borîyêt Rûsî hatîye dizîn.
Raportêt evro bahs diken ku gazê xurustî yê Rusî ku bo welatên naverast û rojhelata Ewropa diçin gelek kêm bûye.
Slovakya,Hungarya, Polonya û Awusturya dibêjin paldana gazêt xurustî bo welatêt wan navbera 25 heta 40 li sedê kêm bûye.