Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrişa firokên Amerîka li bakûra Îraqê kêşeyek hilêxist


Rayedarên Îraqî dibêjin firokên leşkerê Amerîka roja Duşembî direng li bakûr li xanîyekê daye û herifandîye û têda jimarek ji endamên malbatekê kuştîye, lê di derbarê jimara hingavtîyan da peyam jêknegirtî ne.

Ew xanî li Beycî bû û polîsê wî bajêrkî dibêjît şeş an pêtir endamên malbatekê hatîne kuştin.

Karbidestên leşkerê Amerîka li Bexdayê bersiv neda wê gotina polîsê Îraqî, lê daxûyanek ragehand û têda got firrokevanên Amerîkî roja Duşembî li Beycî bombeyên sêregir berdaye bi ser sê zelaman ve. Li dû belavukê dîyar bû ku wan xwe amade dikir da bombeyan lêva rêyeke biçînin.

Ew belavuka dûrudirêj, berevajî yên berî niha, got hêzên Amerîkî da pêy wan sê kesan û zêrevanî lê kir gava ku wan erd kulay û bombe têda veşartîn. Zêrevanan ji hewa nêhrî ku ew sê zelam çûne linav avahîyeke nêzîkî wî cihî û dûra firrokên Amerîkî lêda.

Berî hingê, roja Sêşembî, karbidestên leşkerî got êrişkerekî xwekuj li Baquba li otobûsekê daye û sê polîs kuştîne.

Ji alîyê dî ve, Komîsyona Hilbijartinan ya Îraqê dibêjît desteyeke navneteweyî dinêhrîte gazingeyên ji hilbijartinên parlamentoyê yên meha bihorî û belku ew kar ragehandina encamên dawîn yên wê dengdanê gîro biket.

Ji ber nerazîbûna belav linav Şî’eyên nedînî û partîyên Erebên Sunnî, ku digot nerêkî û sextekarî di dengdanê da hatîne kirin, wan şarezayan bersiva gazîya pêdaçûnê dabû.



XS
SM
MD
LG