Helîkoptereka leşkirê Amerîkî, ku we bawer dête kirn 12 Amerîkî têda bit, li bakora Iraqê kefte xar û hemî kesêt têda hatine kuştin.
Leşkirê Amerîkî ragehand ku helîkoptera Blackhawk li rojhelata bajerokê Tele’fer kefte xar. Karbidestêt leşkirî cihê keftinexarê evro yekşembî vedît, 12 demjimêra piştî nemana peywendîyê digel wê helîkopterê.
Herwesa leşkirê Amerîkî ragehand ku 5 Marînz li hêrişêt xirapkara şembî û yekşembî hatine kuştin.
Hevdem karbidestêt Ferensî û Iraqî dibêjin endazyarê Ferensî Bernard Planche, ku li heyva bûrî li Iraqê hate revandin, azad bû.
Li beroka syasî, serokê Iraqî Celal Talebanî dibêjin rêberêt partêt syasî yêt welatî bi şêweyekê giştî razî bûn liser avakirna hikometeka êkgirtî ya niştîmanî.