Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya jî daxuyanî da li ser karê navokî yê Îranê


Rusya jî wek Welatên Yekgirtîyên Amerîka xema xwe dîyar kir li ser biryara Îranê ku ji nûve dest bi karê xwe yî navokî bike.


Piştî ku bi wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice re li ser telefonê axift, îro Çarşem wezîrê derveyê Rusyayê Sergei Lavrov li ser rewşa Îranê bo karê wê yî navokî daxuyanîyek belav kir.

Karbidestên Ewropî jî rexne li Îranê girtibûn ji ber ku wê li sazgeheke xwe morên Neteweyên Yekgirtî şikandibûn û dest bi zaxkirina uranyumê kiribû. Brîtanya, Fransa û Alamanya vê heftîyê li hev dicvin da ku ji Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî bixwazin ku tole deynin ser Îranê.

Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî (IAEA) rêxistina ku li ser navê Neteweyên Yekgirtî bala xwe dide karên navokî li cîhanê dibêje Îran bi wê nîyetê ye ku bi armanca lêkolînan mixdarek kêm sutemenîyên navokî çêke. Karbidestên Îranê dibêjin wan dest bi lêkolînên zanyarî kirine.


Welatên Yekgirtîyên Amerîka û ew welatên Ewropî ku di vê babetê de piştevanîya Amerîka dikin dibêjin armanca Îranê bi vî karî çêkirina çekên navokî ye û Îran wan îddîayan red dike.

Li ser bernameya navokî ya Îranê hevkarên me Selahê Pîrotî û Heyder Kerîm bi dirêjayî raportekê xwendine. Eger bixwazî guh bidî vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Li raporta li ser bernama navokî ya Îranê guhdarî bike" bitiqîne.


XS
SM
MD
LG