Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seraya Spî rexneyên komela mafên mirovan red kirin


Komeleke serekî ya mafên mirovan hikûmeta Amerîkî bi tundî mehkûm kir ji ber, bi gotina wê, ‘‘rêbaza bi qest û mebest ya reftarê xirab li girtîyên bergûmanên terorîzmê’’ û got çênabît ku wê bikene binasên çend serbazên pile-nizim.

Komela Zêrevanîya Mafên Mirovan ya bingeh li New Yorkê raporta xwe ya salane derbarê zêdegavîyên ser mafên mirovan da roja Çarşembî belav kir. Raport dibêjît razîbûna rêveberîya Serok Bushî bi îşkencedan û destdirêjîyên dî li himber girtîyan li demê şerrê wê li dijî terorîzmê zîyan gihandîye doza mafên mirovan li seranserî dinyayê û bawerîya bi Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî şkandîye.

Peyivdarê Wezareta Derve Scott McClellanî ew encamên wê raportê red kirin û got ew ji rastîyan pêtir bi mebestên siyasî ne. Wî got Amerîka ji hemî welatên dî pêtir xebatê diket ji bo pêşvebirina azadî û mafên mirovan.

Zêrevanîya Mafên Mirovan gazî Serok Bushî kir ku dozgerekî taybetî destnîşan biket ji bo lêkolîna derbarê wan îddîayên zêdegavîyên li girtîyan li demê pirsîyarpêkirinê da.

Raportê Brîtanya jî binaskar kir ku ew bergûmanan dihinêrîte welatên çêdibît ku wan kesan bidene îşkencê.

Ew komel her wesa Rusya, Çîn, Uzbekîstan û jimareke welatên dî xetabar diket ew şerrê li dijî terorîzmê ji bo êrişên li ser dijberên xwe yên sîyasî bikar tînin.

Wê rêkxistîyê li raporta xwe ya sala 2005ê rexne li hikûmetên li Rojhelata Navîn girtin. Wê got hikûmeta Tehranê wek edet dijberên xwe didete îşkencê û zêdegavî bahra pêtir di sîstema wî welatî ya dadperwerîyê dane.

Lê Zêrevanîya Mafên Mirovan pesna hikûmeta Lîbyayê da. Raport dibêjît hêj pirsgirêkên micid li wî welatî mayne, lê destûdar par çêtir bûye û parêzger, mamostayên zanîngehan û rojnamevan li ser hindek babetan dipeyivin ku ew yêk berî niha ew qedexe bû.

XS
SM
MD
LG