Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî, Yêkitîya Ewrûpî, Rusya û Neteweyên Yekgirtî dibêjin divêt komela Îslamî Hemas dest ji şerrê li dijî Îsraîlê berdet û pênasînê pê biket û hemî rêkkeftin û berpirsîyarîyên Filistînîyan yên berî niha qebul biket.
Endamên wê koma çaralî dixwazin hemî bername û alîkarîya bo desthilatdarîya Filistînîyan bidomin heta Hemas hikûmeta nû dadimezrînît.
Lê ew hêzên mezin her wesa dibêjin paşeroja Filistînîyan li ser soza Hemasê bo rawestandina şerrî û qebûlkirina nexşeya aştîyê rawestîyaye.
Serokê Rusyayê Vladimir Putin jî îro li Moskowê gazî Hemasê kir ku hebûna Îsraîlê qebul biket û dev ji têbînîyên xwe yên tundrê berdet.