Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Misrî tevî 1300 rêwîyan di Derya Sor da noq bû


Karbidestên Misrî dibêjin piştî ku keştîya bi 1300 rêwîyên ku bi giştkî Misrîbûne do bi şev di behra sor da noq bû, bi dehan cendek derketine.

Karbidest dibêjin demek kin piştî ku ji Dubaha li rojavayê Erebîstana Suudî bi re ketîye keştî ji nav sînyalên radarê derketîye şeva roja pêncşemê. Dibêjin keştîya rêwîyan divîya ku berdestê sibê roja înê bigihîşta bajêrê Safaga ya li başûra Misrê lê belê negihîştîye.

Karbidest dibêjin desteyên hewarçûnê heta niha bi kêmî ve 12 kesên ku sax filitîne dîtine.

Karbidestên deryayî dibêjin çar keştîyên cengê yên Misrê çûne cîyê noq bûnê bo alîkarîyê. Brîtanya jî keştîya şerrî ya HMS Bulwark şandîye wir.

Di cîda ne dîyar bû ka gelo ji ber çi ew keştî noq bûye. Karbidest dibêjin hewa xirab û bilindahîya di avê de dibe ku bûbe egera noq bûnê.


XS
SM
MD
LG