Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Tirkîyê bergûmanê kuştina qeşeyê Îtalyan girt


Polîsên Tirkîyê xortekî nûgeh wek bergûmanê kuştina qeşeyê Îtalyan yê ji tîreya Roman Katolîk girtîye.

Qeşe Andrea Santoro roja Yêkşembî li bajêrê Trabzonê linav hewşa Dêra Santa Maria ya ji sedsala 19ê hate kuştin.

Ajansa Anadolu dibêjît kurekî 16 salî, ku nasnameya wî veşartîye, îro bi zû ve li mala wî li Trabzonê hatîye girtin û tebanceyek jî hatîye desteser kirin.

Karbidestên Tirk dibêjin mebesta wê kuştinkarîyê rohn nîne.

Ew qeşe hate kuştin li demê xwenîşandanên Misilmanan li seranserî dinyayê ji ber belavkirina karîkaturên Mihemmed pêxemberî.

XS
SM
MD
LG