Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Seddamî heta dawîya mehê hate paşve dan


Sê karbidestên rejima berê ya Îraqê li dijî dîktatorê roxandî Seddam Huseyn û heft bergûmanên dî şahidî kir û dadgeh bi du heftîyan hate paşve dan.

Her heyşt bergûman roja Sêşembî li dadgehê amade bûn, û, her wekî kombûnên berî wê, ew civîn jî bi şeredeva linav wan girtîyan û serokê dadgehê Re’uf Ebdirrehmanî destpêkir.

Dadyar Ebdirrehmanî carekê çekuçê xwe yê dadwerîyê li masê da û li Seddamî heyitand ku rêzê li dadgehê nagirît. Seddamî bersiv dayê û gotê ‘‘Wî çekûçî li serê xwe bide.’’

Seddamî got ew û xwespêrên dî yên tûşî wê dozê eve sê roje xwe birsî diken ji bo dîyarkirina nerazîbûna xwe ji reftarê dadgehê li himberî wan.

Dadgeh dê li 28ê vê mehê kombît. Ew rêberê berê yê Îraqê û heft kesên dî têne mehkeme kirin ji ber tevkuştina 148 hevwelatîyên Şî’e li dû hewla kuştina Seddamî berî 20 salan.


XS
SM
MD
LG