Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazêt Îsraîlê xortekî Filistînî kuşt


Serbazêt Îsraîlê ku li dûv milîtanan digerîyan roja sêşembî li gundekî Kenara Rojava teqe li kurekî cihêl yê Filistînî kir û kuşt ku demançeka yarîya ya zaroka di destê wî de bû.

Leşkerê Îsraîlê di belavokekê de li ser wê serhatîyê got, hêzêt Îsraîlê çekdarek dît nêzîkî wan dibet, jiber hindê wan teqe lê kir û kuşt.

Xelkê gundê Qebetîyê got ew cihêlê Filistînî aqil netemam bû û 20 salî bû renge cihêltir jî bit. Wan got serbazan teqe lê kir demê nêzîkî wan bûy û bi demança xwe ya yarîya kiriye hewar û gazî ku ji gundî derkevin.

XS
SM
MD
LG